Beschreibung
Gotineke klasîk heye, her dem û her car dibêjin „zarok siberoj e, musteqbel e“, rast e, lê ji bo me kurdan divê em bibêjin „zarokên bi ziman siberoj e, musteqbel e!“ Li dunyayê cil û berg, şikl û şemal, rabûn û rûniştin, lîstik û tevgera zarokan hema hema wek hev in, tenê ferqek heye ew jî ziman e. Bi xêra ziman em zanin ku ew zarok ji kîjan miletî ye. Loma ji bo me kurdan zarokên bi kurdîaxêf musteqbeleke misoger e