Beschreibung
Ji Weşanxaneyê
Lêkolîner û bispor û hostayê zargotina kurdî; Hecîyê Cindî ji malbateke êzidîyên Qersê ye. Ew di 1908an de li gundê Emançayira ser bi qeza Dîgora Qersê ji dayik bûye. Di salên dema qirra filleh û êzidîyan de (1918) bi malbata xwe re direvin Sovyetê. Li wir, dê û bavê wî ji ber nexweşîyê dimirin, ew jî li Êrmenistanê li sêwîxaneyekê mezin dibe. Li Ermenistanê xwendina xwe ya fîlolojîyê temam dike. Herweha beşa perwerdeyê jî xelas dike û dibe mamoste. Di 1938an de di dema Stalîn de, wî digirin dikin zindanê, salekê di zindanê de dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve bi navê „Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî“ doktoraya xwe ya ku berê amade kiribû xelas dike. Ew hem li Erîwanê û hem jî li tevahîya Sovyetê di warê zargotina kurdan de gelek çalak û aktîf e. Di vî warî de nêzîkî sed berhemên wî hene.